Jan 01, 1970

LI SER DÎSKO 5 NO’LUYÊ – S. Serhedî

Ev wehşeteke ne vegotinê ye ne jî ya nivisandinê ye, îşkence û zilma ku di nav “Girtîgeha 5 No’lu ya Amedê” nayên ziman, em dil dikin ku heta bi destê me bê em binivîsin, bi hatina qomitanê girtîgehê Esat Oktay Yıldıran ve dest pê dike û roj bi roj îşkence zêdetir dibe. Îşkenceyên di wir da cur bi cur bûn, çi qas hovîtî û zilimkarî hene wan çavên bê pace ew hemî dîtin û jîyan. Kurdî qisekirin qedexe bû, tenê pirtûkek dihate xwendin(Nutuk) ew jî dihate jiberkirin, peyv bi peyv, gotin bi gotin, ev zilm li ser kurdan bû, qomitan û gardiyanan çi bixwestana ew dikirin, li gorî hîn bîranînan kesekî kal biryar da ku xwe bikuje û çû li bijîşk : “rêyek nîn e ku ez xwe bikujim, bila ew rê ya mirinê be û teqez be, divê teqez bimirim, naxwazim sax bimînim.” Ev daxwaza kesekî 60-70 salîye û tirkî jî nizane. Ji bilî vê gava hin kes digirtin û binçav dikirin, bidî çavên wan jin û zarên wan tacîz dikirin û wisa dibirin girtîgehê. Mesut Baştürk dibêje: me êşa xwe ya trajîk bi awayekî komîk vedigot û bîranîneke xwe ya di wir da vedibêje : rojekê yek anîn navê wî Kemal bû, piştra jê pirsîn tu ji kîjan sazîyên yî? Ew î jî bersiv da got CHP hemî kesên di wir da şaş û mat man(ji ber ku di vir da sazîyeke wiha nebihîstibûn) û kenîyan niha me q*na diya te ga, kurê qehpikê û piştra bi copan lêxistin heya ku xwe ve here û kete komayê.

Nuri Sinir dibêje “mirovatîyê zilmeke wiha nedîtibû” û piştra dewam deki dibêje bi daxwaz û zora Yilmaz Odabaşı ve me qala girtîgehê Aziz Nesin ra kir, lê Aziz Nesin tişteke din difikirî û wiha gote me: yao min jî digot xeyalên min fireh in, xeyalên kurdan yên min firehtir in.” Û ji me bawer nekir. Kûçikê Esat her roj bi goşt û xwîn vê dihate xwedîkirin lê mehkûman jî tenê birçî diman gava ku gardiyanan erkek bida wan yanî hûn ê mişkekê bigirin û ew jî dibû xwarina wan. Ku mişk nehata girtin cezayeke din didan wan. Lê bihata girtin jî bi zorê dibû xwarina wan.

Her sibehê di saet 5.30an radibûn û bê neynik bi cilêtên ko ve rîyê xwe kur dikirin û piştra dest bi îşkencê dikirin, gava ku yek ji wan kesan mişkê bixwe û vereşe, ew vereşandina wî, wî didane xwarin. Li ser van îşkenceyan zêdetir lêkolîn û pirtûk hene hûn dikarin bixwînin. Em derbasê pirtûkê bin, di pirtûkê da sê heb şano hene: Dîsko 5 No’lu, Bûka Lekî û Gor û bi navê Lîstikên Tomerî ve çap bûne, em ê di nivîsa xwe da tenê cih bidin DİSKO 5 NO’LU yê û me şano jî temaşe kir çend gotinan jî ji bo şanoya wê bibêjin.

Lîstikên Tomerî I, Avesta, 2018, Stenbol

Berfîn Zenderlîoglu di pêşgotina ji pirtûkê ra nivîsîye da bo lîstikên Mîrza Metîn wiha dibêje: “Lîstikên Mîrza gelemperî balê dikişîne bîranînên civakî û xwendekar û temaşevanan xwe bîrdar dike û bal dikşîne neçarî û berxwedanên mirovatîyê. Mîrza di tekstên xwe da ji alîyekî mijarên ku desthilatdar û civak rû nadin an jî jê direvin û vedişêrin, me rû bi rû dihêle, ji alîyek jî mîtolojîyê, ji çanda gelêrî, ji dengbêj û çîrokbêjan sûd werdigire; meşek, gotin û çîrokan him bi awayekî nûjen bi kar tîne him jî bi bîr tîne, Mîrza vebêjekî neqildar î nûjen e. Xwe dispêre folklora kurdan û vê jî bi lîteratura şanoya nûjen ve dike. Di binbîra tekstên wî da feylesofîyeke efsûnî heye. Ziman him çîrokî him jî helbestî ye. Loma lehengên wî jî bi efsûnî ne. Lehengên wî pistepist dikin li ber guhên xwîneran, nahêlin ku ew mijarên dîrokî û efsûnî bên jibîr kirin.”

Di nav lîstikê da lehengên cih digirin : Mêş, Pîrevok, Co(kûçik), Gardiyan, Girtî, Mişk.

Bi van lehengan ve him bûyerên rasteqîn him jî bi efsûnîyeke qerase ve heman bûyer tên niqilkirin. XWÎN metafora lap mezin e, bê XWÎN di vê lîstikê da armanc kêm dimîne, şêweya Pîrevokê bi tora wê ve gelekî baldar e, ew tor hemî cihên girtîgehê dipêçe û tevgereke xurt ve jî bi rê ve diçe.

“-Pîrevok : Çar roj berî vê mêşek ketibû tora min. Mêşeke jar, bê qewet û bê xwîn bû. Tora min per û piyên wê girêdabû û dinaliya. Bi pistînî tiştek digot lê min fam nedikir. Ez nêzîkî bûm. Digot: “Ji bo xwedê dilopek xwîn. Ji bo xwedê dilopek xwîn.” [r.28] piştê ve gotina Pîrevokê, Pîrevok û Mêş soz û peyman çêdikin da ku bila Mêş mêşan bîne ew mezin be, mêş mêşan bîne ew mezin be, mêş mêşan bîne ew meşin be, di vir da jî xuya dike ev metafora Pîrevokê dişibe desthilatdarî û zordestî yê, bi soz û peymanan ve Mêş hevalên xwe dixapîne û tîne tora wê, xayîntî hêza berxwedanê dişkêne, hêman mijar di navbera girtî û gardîyanan da jî dibe, lê di wir da xayîntî nîn e, bawerî xwîna alava wan e. Berxwedana wan kesan bawerîya jidil e.

“- Gardiyan: Kî bikeve tora min wê bibe însanekî baş, însanekî biqal, însanekî li gor qanûna dîn û dewletê!”[r.29] ev gotin gelek tiştan nîşan dike, wek li jor jî Pîrevok heman tiştî dike û daxwaza wê tê cih her roj bi zordestîya xwe ve mezin dibe, Gardîyan jî heman tiştê dixwaze lê bawerîya Girtîyan tu wextê naşikê berxwedana xwe dewam dikin, pêwistîya wan tişteke welê jî nîn e. Ev nêzîkbûn ji alîyê dîrokê ve têgehiştina rasteqîn nîşan dike, ev bûyer her çi qas di demekê da bihurî be bi vî awayî nifşên nû jî sûdê jê werdigirin. Şêwaz bi hostatî hatîye hûnandin, bi paşerojê ve pêşeroj zêdetir zelal dibe û zêdetir girîng dibe. Ku zilm bêsedem be, manî zehf in. Wekî ku Gardîyan manîyan digere bê destûr, axaftin, bawîşkîn, xurîn qedexe dike. Ew ê ku zilmek tenê sedeman negere û xwe bi xwîna Girtîyan ve bipêçe. Gardîyan gava kêfa wî bihata li cih li gorî kêfa xwe ceza dida Girtîyan wek mînak: “Min emir dikir, ew dîsa radibû, min dîsa lêdixist û ew dîsa diket erdê…. carinan bi kulman, carinan bi copan, carinan bi pehînan… Dest û piyên min, unîformaya min, her derê min di nav XWÎNê de mabûn. Erd bûbû gola XWÎNê. XWÎN!…”[r.31] di vir da jî Xwîn bi awayekî balkêş ji wan dikişe û heta bibe gola xwînê di laş da xwîn nemîne lê di erdê da gol çêbe bi xwîna bawerîyê ve.

Afîşa Dîsko 5 No’luyê

Ev şêweya pir giran e, rastîyeke qerase bi hûnandina xwînê ve eşkere dibe, Mişk li cihekî di nav xwînê da digevize û xweşa wê jî diçe dil dike ku xwedîyê xwînê bibîne û guh û pozên wî bixwe, her li ku der be jî kesek, kesayetek di bin zilmeke wiha da be, yên din jî ji wî desthilatdarî zêdetir despot in. Daxwaza mişkê ew e lê ya girtiyan jî ew e ku mişkê bigirin û bi zorê xwe bidin xwarin. Di vir da mirin wek agir xuya dike, agirê berxwedanê, agirê rizgarîyê, bawerîya têkçûyînê tu wextî di nav dilên wan kesan da nîn e. Her çi qas jar û bindest bin ew qas jî zexm û xurt dibin. Hûnandin û şêwaza şanoyê wek koroya dengbêjan tê sehkirin, di her peyv bandoreke mezin ve xwe bi dîrokê ve girê dide û nîşanê me dike.

“Mişk : Min berde! Hêy, hêy! Çi dibe? Na, na! Naaaaaaa!…

Garidyan : Veke devê xwe qûnek! Veke min ji te re got!

Girtî : Na! Naaaa!” [r.33]

Meriv di vir da jî baş dibîne êş û îşkence li ser hevdu kom dibin şêweyeke bi hîsdar nîşan dikin, şîrove û dîtinên li wir heman hîsê dide meriv, wek dîroknasekî bîranîn û bûyeran bi hûrgilî dibînî. Xwîner, bertek û helwestên hemberî zordestiyê bi her cure yî dibîne, ev jî di derheqa awayê têgihiştin û nirxandina bûyeran da vegotineke balkêş û bi elem derdixe holê. Bawerî, bawerî bawerî, hêza ku wan kesan ji pîya digire tenê bawerî ye, ew jî bi her awayê hemberî zordestîyê raperîneke xurt ve xuya dike. Nivîskar di hin cihan da qalkirina dîrokê paşve dibe û vê gotinê tîne bîra xwîneran:

“Girtî : Li ber derew, hîle û xudayên we ez bi ser neketim, ev ji min re bû derd. Min jî serê xwe ji ber we netewand, bila ew jî ji wê re bibe derd…[r.47] bi vê gotinê ve Seyît Riza tîne bîra mirovan, ev yek jî wisan xuya dike, bê zanistîya dîrokî meriv xwe nikare bispêre dîwar. Her alavên girtîgehê jîyaneke berxwedêr ve girêdayî ye, tu wextî ew armanc û bawerî qut nabe. Êş û elema şanoyê zêdetir hin gotinan ve xuya dike ew jî ev in:

” XWÎNa teze bê, hewûûûû hew, eferim kurê min eferim paşayê min, Biqîre! Biqîre! Ha wisa!

Bigirî! Bigirî!

Rabe ser piyan!

Amade be!

Binêre! Idî mamosteyê te Co ye, Co çi bêje tu yê wê bikî, Haydê Co tiştek bibêje.

Hewûûûû, hew. Na, naaaaaaa! A ha li vê derê qulek heye, çi quleke teng e. iiiii iiii, aha min rêyek dît çi rêyeke teng e, iiii iii, Na! naaaaaaa! Dîwar… Digirî… Li vir dîwar jî digîrîn. Mêşa piçûk, binêre, dîwar, hesin… Bêhna sêvan tê dîsa. Sola min tine, sola min tine, bê sol şoreş nabe, Co qomitanê min e….. Dengê Co tê.

Dayê qomitanê min, ana mercimekler nasildir, eyî midir?

Kurê min çawa yî?

Ana mercimekler nasıldır?

Huşşşş kurdî qedexe ye!

Mêşa piçûk te sola min dît? Tu qûnek î tu qûnek î, nikarî cixarê bi qûna xwe ve bigirî.

Mêşa piçûk! Mêşa piçûk! Ji ber çi… Ji ber çi? Ji ber kêfa gardiyanan?….

Mirin vêga daxwazeke xeyalî. Çi tiştekî trajîk û çi tiştekî hêsan… Ji bo xwedê dilopek xwîn, ji bo xwedê dilopek xwîn. Mirin, mirin, mirin, çawa dibe tiştê herî baş? Sola min li ku ye? Sola min li ku ye?

Gava tu min di derve bibînî tu yê çi bikî?

Êlî yeman, daye yeman

Êlî yeman, bavo yeman

Sewdaliya min a yeman

Sewdalî te ez kirime pîremêrekî heftê salî.

Tu diran di devê min rebenê xwedê de neman

Ez… Ez ê çi bikim? Ez ê bêjim, ez tu xirabîyê te nakim, tu yê bibêjî li vir î loma wisa dibêjî. A rast nizanim, gava em rastê hev hatin tu yê bibînî.

Kê bihîstiye xwîna celadan emir dirêj dike, xwîna min jehr e, xwîna min ziqûm e. Çi muzîkeke qedîm, çi senfonîyeke wehşî, ev senfonîya min e, senfoniya trajedîya herî wahşî ya mirinê…. Ji min hez bikin, ji min hez bikin.”

Şanoya bi vî awayî hatîye vegotin û lîstika wê jî pir pir serkeftî bû kesên ku pirtûk xwendin divê herin lîstikê jî teqez temaşe bikin û bi lîstikvanîya Mîrza, hûnandina rihê şanoyê ye, her wiha derhênerê wê jî Berfîn Zenderlîoğlu ye. Kedeke bê hempa heye, mala wan ava. Her hebin.

Koma me pîştî temaşekirina “Dîsko 5 No’lu”yê bi Mîrza Metîn ra. (21ê Mijdarê 2018)

HAFTANIN PROGRAMI