HUNERA HEVÇAX Û PERFORMANS
Pola Amedekariyê: Xwendin, nivîsandin û hin agahiyên gramatîk.
Hemû perwerdehiyên Akademiya Dramayê ya Online dê bi zimanê kurdî bibe.
Kesên ku pêdivî bibînin piştî qeydiyê xwe ya beşan dikarin beşdarî vê polê bibin û dersên wekî xwendin, nivîsandin û gramerê bistînin da ku di dersên hunerî de zehmetî neyê ber derê wan.
Armanca Pola Amedekariyê ne hîkirina kurdî-kurmancî ye, armanc ev e ku xwendekar ji bo perwerdehiyeke bi kurdî zanînên xwe pêşve bixin û hiş û rihên xwe amade bikin ji bo dersan.
Pola Amedekariyê dê pênç rojan bidome û xwendekar rojê du saetan perwerdehî bibînin.
Beşdarbûna Pola Amedekariyê ne mecbûrî ye, xwendekar bi dilê xwe ne. Lê heger, di mulaqatê de mamosteyên dersan hewce bibînin ji bo xwendekar dibe mecbûrî.