BÛKA LEKÎ - Şermola Performans
Komedîyeke Reş
Promîyer: 02.03.2022
Silavek li gel Sadiq Hîdayet
Zilamekî ku piştî trawmaya leşkerîyê ji jiyana xwe ya rastî dûr diçe û dikeve rêxa mêranîyê û dibe robot…
Jineke ku ji ber evîna zilamî ji jîyana xwe ya rastî dûr dikeve û her ku diçe dibe kesayeteke plastîk…
Jineke lal ku bîna rêxa mêranîyê hildide lê nikare mudaxale bike...
Û bûkeke bêcan, bêruh û lek, ango mankeneke plastîk ku her tişt di derdora wê de diqewimin…
Sê rebenên absurd weke ku di lêva kendalekî de bimeşin di derdora bûka lekî de diçin û tên.
Fikra vê berhemê ji çîroka Sadiq Hîdayet ya bi navê “Bebika li pişt perdê” hatîye wegirtin.
Bûka Lekî 2011an de li Stenbolê dîsa wek produksîyona Şermola Performansê û bi derhênerîya Mîrza Metîn hatibû sehnekirin. Versîyona nû ya berhemê bi rejî û sêwirînerîyeke nû û bi lîstikvanên nû îcar li Batmanê tê sehnekirin. Bûka Lekî, piştî Mem û Zînê duyemîn berhema Şermola Performansê ye li Batmanê.
Nivîskar û derhêner: Mîrza Metîn
Lîstikvan: Pelda Bal, Ronî Dildar, Leyla Devecî
Sêwirînerê dekor, kostum û ronahîyê: Mîrza Metîn
Edilandina hereketan: Arjen Brûsk
Muzîk: Dodan
Asîstan: Kenan Demîr, Robîn Özel, Zelal Anğay
Fotograf, fragman: Veysel Seçen
Sêwirînerê afîşê: Ronî Dildar
Operatorê teknîkê: Kenan Demir
Spasîya taybet ji bo yenisahne
Spasî tiyatro ritüel
75 dq. 1 perde, kurdî
Em bi heft dilan spasîya yenisahne dikin ku bû mal ji bo me.
Spasî:
Tiyatro Rituel
Serkan Kavurt (Sepandina dekorê)
Terzî Zekî Ozdemir
Ekrem Yıldız (Kêşana vîdeoyên fragmanê)