Nivîskar, Derhêner û Koreografî: Mîrza Metîn
Lîstikvan: Pelda Bal, Leyla Deveci, Özge Rastgeldi, Çîçek Tekdemir,
Kenan Demir, Ronî Dildar, Veysel Aslan, Robîn Özel, Bawer Oran
Dramaturg û Alîkara Derhêner: Zelal Angay
Sêwirînerê Sehneyê, Ronahîyê û Kostumê: Mîrza Metîn
Koreografî û Edilandina Hereketan: Arjen Brûsk
Dirûna Kostuman: Zeki Özdemir
Berpirsê Produksîyonê: Kenan Demir
Asîstanê Produksîyonê: Robîn Özel
Koma Qijikan derdikeve turneyê û gund bi gund, bajar bi bajar digerin û lîstikên xwe dilîzin. Piştî demekê digihêjin Bajarê Sor lê dibînin ku şer e û bajêr tevde hatiye hilweşandin. Xêncî çîrokbêjekî û sê heb cinên henekbaz û lîstikbaz tu kes nemaye li Bajarê Sor. Haya Qijikan ji cinan tuneye lê cin lîstikên ecêb tînin serê Qijikan. Qiijik mîna şanepirsekê, di nav çîrokeke bi êş de govendê digerînin. Lê şer û lîstin paradoksî hev in. Gelo ew ê bikaribin xwe ji wir xelas bikin? Ew ê bikaribin lîstikên xwe bilîzin? Ew ê bikaribin li hember şer bisekinin? Divê çi bikin?
Lîstik, cara yekem 2016an de li Stenbolê bi lîstikvanên cuda û bi recîyeke cuda hatibû pêşandan. Vê carê jî bi lîstikvanên nû û bi recîyeke nû li Batmanê tê sêwirandin. Recîya nû ya lîstikê weke rêza govendekê hatîye afirandin û ev lihevanîn rengeke performatîf û absurd dide lîstikê.