Şermola Performans

Şermola Performans

Şermola Performans di 2008an de li Stenbolê hat avakirin. Piştî 2016an gava sehneya li Stenbolê ji ber şert û mercên zehmet hat girtin Şermola Performans veguherî însîyatîfeke pir navendî. Digel Stenbolê 2018an de ofîsa Almanyayê û 2021an de jî ofîsa Batmanê hatin vekirin.

Şermola, lîstikên hevçerx ên Kurdî diafirîne, perwedehiyên şanoyê yên Kurdî li dar dixe û di hêla lîstikvaniyê de lêkolînan dike. Ji dîtin û temaşekirina rîtûelan hez dike, ji ber vê hewl dide rîtûelan biafirîne. Bi afirandinên xwe dehan turne li dar xist, tevlî festîvalan bû û ji bajar û welatên cuda hêjayî 19 xelatan hat dîtin.

Di wê baweriyê de ye ku xeyalkirin û berhemdayîna şanoyê di têkoşîna azadîyê de mewzîyeke gelek girîng e; şanoyê di sêkoya jîyan, huner û sîyasetê de wek şêwaz û qadeke estetîkî ya berxwedanê dibîne. 

 

Şermola Stenbol

Bi hevşîrîkatiya Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioğlu di 17ê Cotmeha 2008an de hat avakirin. Di navbera salên 2008-2010an de wek komeke gerok gelek produksiyon li dar xist. 2010an de li Beyoğluya Stenbolê barek veguherand şanogehekê; li vir heta şeş salan lîstik danîn ser dîwana şanoyê û perwerdehî dan. Di 2016an de ji ber sedemên ekonomîk û polîtîk sehneya xwe girt.

 

Şermola Almanya - www.sermolaperformans.de

2018an de ji hêla Mîrza Metîn ve û bi çêkerîya Hîcran Demirê bi mebesta berfirehkirina qada lîstikên Şermolayê û pêşxistina hevkariya bi Şanoyên Almanyayê re û bi mebesta ku berhemên xwe bêhtir di qada navneteweyî de derxin pêş, li Kölnê, hatiye avakirin. Bi saziyên wek; Frinnge ensemble (Bonn), Kulturbunker (Köln) Cafe Eden/Düsseldorfer Schauspielhaus (Düsseldorf), Komîteya Almanî ya Eurodramê, Mouches Volantes (Köln) re hevkarî kiriye. Ji saziyên wek; Kunststifftung NRWKulturamt - Stadt KölnNRW Kultur Sekreteriat Wuppertal, Fonds Darstellende Künste Berlin piştgirî dibîne.

Şermola Batman

2021an de ji hêla Mîrza Metîn ve û bi piştgirî û rêvebirîya Haznî Demir, Kenan Demir û Pelda Bal ve hat avakirin. Tevî afirandina lîstikên şanoyê, lidarxistina turneyan û beşdarbûna festîvalan, kovara online ya şano, dans û performansê ya bi navê Dîalogê û xebata dibistana Şanoya Kurdî a bi navê Dîwan International Theatre Academyê  rêve dibe. 

Ji saziyên wek Batman Yenisahne, Culture Civic, Kültür İçin Alan û Sivil Düşünê piştgirî wergirtîye.

 

Dîalog - www.dialogkovar.com

Derbarê şanoya Kurdî de hejmara çavkanîyên nivîskî gelekî kêm in. Piranîya çavkaniyên heyî jî yan bi zimanê Tirkî, yan jî bi zimanên din hatine/tên nivîsandin. Kovara Şanoyê Dîalog vê hêlê de barekî hildide ser milê xwe û ji bo berhemên nivîskî yên mîna rexneya şanoyê bi kurdî, gotar, danasîn, nûçe, dosye û hwd. dixwaze bibe palpişt. 


Dîwan Akademî – www.diwan-academy.com

Armanca sereke ew e ku perdehîyên şanoyê yên hevçerx li pêş bixe û bi riya van perwerdehiyan zarokên Kurdan û ciwanên wan bi qada navneteweyî ya şanoyê bide naskirin. Xaleke din a girîng jî ew e, dixwaze rîtûel, mîtîlocî, vebêjî û formên dansê lêkolîn bike û metodeke xweser ya lîstikvaniyê ava bike û têkiliya wan bi şanoya hevçerx re ava bike. Di vê çarçoveyê de ji hêla Mîrza Metîn ve bi navê “Dramatucîya Agir” lêkolîneke teorîk a antî-kolonyal tê rêvebirin û perwerdeya lîstikvaniyê ya bi navê “Dîwan” ku li ser eksena hêmana êgir tê pêşxistin û ji formên cuda yên vegotinê, reqsê û dengê yên wekî govend, semah, dengbêj, çîrokbêj û denge şivanan pêk tê. Mîrza Metînê ku di xebatên xwe de li ser derfetên laş û deng radiweste, şanoyê weke formeke rîtûelî dibîne û ji wateya gotinê bêhtir girîngî dide hevkarîgeriya lîstikvan û bîneran ku ji ezmûna laşî ya ku ji vê pêwendiyê derdikeve holê. Şanoyê ne wek qadeke demdemî, wek tecrûbeyeke jiyanî ya kurt disêwirîne. Bi riya govendan, semayan, kilaman û stranan li lîstikvanê/a antî-kolonyal û xayîs (esrîk) digere û ji vê re dibêje Dîwana Xwebûnê (Carnival of Selfhood). Dîwan Akademî li ser vê hîma bingehîn ava bûye û piçûk be jî dixwaze valahîya perwerdehîyê di şanoya Kurdî de dagire.

 

 

BERNAMEYA VÊ HEFTÊ