Pêşandana yekemîn: 16 Kanûna Paşîn 2010, Sehneya Su Gösteri Sanatları, Stembol
Nivîskar-Sêwirîner-Derhêner: Mîrza Metîn
Lîstikvan: (2010) Mensur Zîrek, Selman Akkuş, Cihan Kuba, Alan Ciwan, Berfin Zenderlioğlu, Sevgi Turan, Zozan Eres, Beray Zen, Orhan Alici
(2012): Alan Ciwan, Engin Emre Değer, Musa Yıldırım, Mirza Metin, Narin Gül Temel, Sevgi Turan
Alikarên derhêner: Berfin Zenderlioğlu, Arjen Arzen
Sêwirînerê Dikê (2010): Genco Demirer
Sêwirînerê Dikê (2012): Mîrza Metîn
Sêwirînera Ronahiyê: Alev Topal
Muzîk: Mübin Dünen
Wêne (2010): Weysî Altay
Wêne û Fragman (2012): Adam Isenberg
Sêwirînerê afîşê: Metin Çelik
70dk. / 1 Perde
Ceribandina lîstikeke bêgotin.
Çav tim li ser me ne. Çiqas diçe, em vediguherin tiştê ku em li ber radibin, rexneyan lê digirin, jê ditirsin û jê direvin. Em dibin çav û hêza zindî ya mekanîzmayê. Heke hat û yên mehkum, bûn gardiyanên mehkumiya xwe, wê çi biqewime? Mebesta lîstik, lîstikvan, sazkarê lîstikê û hemû pêkhateyan bi tenê bê mebest lîstina lîstikê ye. Yên ku bi vê rayî nebin, ewê di lîstikê de rola gardiyanan hilgirin ser xwe û wê bibin gardiyanên lîstika xwe.
Çar mehkumên kobay û siyên wan riya dêrî nîşanî gotinê didin û zimanê xwe yê manîk diafirînin. Di henga lîstikê de, ku sî û dîmena vîdyoyê her yek vediguhere nîşaneyeke çewisandinê, em bi çavên serê xwe dibînin bê çawa çar mehkumên kobay dibin hov ji ber rêkorkên hestiyarî, derûnî û fizîkî yên ku di nava wan de derdikevin.
Xelat:
Lîstik di 10. Xelatên Şanoyê a Lîonsê de xelata “lîstika herî baş a resen” wergirt.
Festival:
Şaredariya Bahçelievler 4. Festivala Sehneya Ciwan a Şanoyê, 2010
ETHOS 4. Mihrîcana Şanoyê a Navnetewî li Enqere, 2010
Şanoyên Bajarê Stembolê Mihrîcana Şanoyê a Sehneya Ciwan, 2010
Mihrîcana Şanoyê a Bogaziçi, 2010
Bahçelievler Belediyesi 4. Genç Sahne Tiyatro Festivali, 2010