Pêşandana yekemîn: 03 Avrêl 2009, Sehneya Su Gösteri Sanatları, Stembol
Nivîskar: Mîrza Metin, Berfin Zenderlioğlu
Derhêner: Mîrza Metin
Muzîk: Mehmet Atlı, Murat Öztürk
Lîstikvan: Berfin Zenderlioğlu, Mensur Zîrek (2009) /
Berfin Zenderlioğlu, Mensur Zîrek, Alan Ciwan (2011)
Dekor: Metin Çelik
Cil û berg-Aksesuar: Xebata komî
Sêwirînera Ronahîyê: Alev Topal
Wêne:Veysi Altay, Azad Aktürk
Afîş: Bahar Demirtaş (afişa mê), Metin Çelik (afişa nêr)
75 dk. / 1 Perde / Kurmancî; jorenivîsa Tirkî
Lîstika ku mîna ceribandina pevçûnekê ye bi nêre-dinyayê re, dixwaze vê pevçûnê bi trawmaya civakî ya jinan vebêje. Kêmasiyên civakî mîna hucreyekê ne ku jinan him di warê derûnî de him jî bi hiş û fîzîkî têk dibin. Dewlet û civaka ku berê jinê daye ser çopê û bi demê re veguheriye mekanîzmayeke tirs û çewisandinê ku her gav mirovan dişopîne, guhdarî dike û birêvedibe, bi reflekseke zarokane, jinê jî ew şibandiye siyereşkekê. Yanî Reşê Şevê. Lîstikê, jineke berhevkara çopan ji xwe re kiriye mijar ku di dema jiyana xwe ya ji gund ber bi bajêr de, hesap ji wan zilaman dipirse ku ketine jiyana wê.
Afîşa lîstikê ji ber ku bi kurdî bû di Adara 2009an de li Zaningeha Stembolê nehate hilawestin.
Lîstik sê salan li ser hev hate lîstin û bi 70 nîşandanan gihişte 16.000 temaşevanan û di pêşketina komê de roleke girîng leyist.
Mihrîcan:
TAKSAV 14. Mihrîcana Navnetewî a Enqere, 2009
Şahiya ODTÜ a Şanoyê, 2009
Mihrîcana Ciwanan a Gonen, 2009
Mihrîcana Şanoyê a Êlihê, 2010
Mîrza Metîn
Yazar, yönetmen

Berfîn Zenderlîoglu
Yazar, oyuncu

Mensur Zîrek
Oyuncu

Alan Ciwan
Oyuncu

Selman Akkuş
Oyuncu

Mehmet Atlı
Müzik

Alev Topal
Işık Tasarımcısı

Metin Çelik
Sahne Tasarımı & Eril Afiş

Sevgi Turan
Asistan

Azad Aktürk
Fotoğraf

Veysi Altay
Fotoğraf

Bahar Demirtaş
Dişil Afiş
