Akademiya Dramayê Çi Ye?
· Akademiya Dramayê projeyeke Şermola Performansê ye û xebateke li ser perwerdehiya dîjîtal a hunerî ye ku ji aliyê Mîrza Metînî ve hatiye sêwirandin.
· Di Akademiya Dramayê de bi giştî 5 beşên hûnerî hene û şargirtek dikare ji bo beşekê an jî herî zêde ji bo du beşan qeyda xwe çêbike. Ji bo her beşê dê 20 şagirt werin qebûlkirin.
· Beşên Akademiya Dramayê ev in:
1. Lîstikvanî û Vebêjî
2. Derhênerî
3. Nivîskariya Dramatîk
4. Zanistên Sînemayê
5. Hunera Hevçax û Performans
· Waneyên Akademiya Dramayê bi piranî waneyên teorîk in, kêmek waneyên pratîk hene.
· Hemû waneyên teorîk û pratîk li gorî şertên dîjîtal hatine amadekirin û adaptekirin.
· Wane û naveroka wan li gorî ast û rêbazên zanîngehên hunerî hatine amadekirin.
· Mamosteyên Akademiya Dramatîk her yek di qadên xwe de û di pîşeyên xwe de kesên pispor û xwende ne. (Ji bo jinenîgariya mamosteyan herin ser lînka Mamosteyên Akademiyê)
· Akademiya Dramayê pêngaveke serbixwe ye û bêyî piştgiriyeke madî hatiye damezirandin.
· Akademiya Dramayê, madî û manewî xwe dispêre şagirtan û ji bo mesrefên xwe yên mîna reklam, grafîk, karên teknîkî, heqê mamosteyan û hwd. ji mehaneyên şagirtan dide.
Motîvasyona Akademiya Dramayê:
· Kurdistan çar parçe ye.
· Ji xeynî Kurdistana Başûr li parçeyên din perwerdehiya hunerî ya bi kurdî hema hema tune ye.
· Ji ber sedemên girêdayiyê mêtingeriyê feqîriyekî mezin heye û ciwanên kurd derfet nabînin ku perwerdehiya hunerî bibînin.
· Ronahiya çavên ciwanên kurd em ji dil kelecan dikin û bi heft dilan li benda wan in da ku em perwerdehiyeke hunerî ya bi kurdî bidin xizmeta wan.
· Înternet derfeteke pir girîng e.
· Bi saya nexweşiya Covîd-19ê em pê hesiyan ku êdî înternet dikare bibe cihê zanîngeheke ango akademiyeke.
· Bi vê derfetê, ciwanên kurd ji her parçeyên Kurdistanê û ji her deverên cîhanê dikarin beşdarî çalakiyeke hevpar bibin ango dikarin ji bo perwerdehiyeke hunerî bên ba hev.
· Bi vê derfetê mamosteyên kurd dikarin bên ba hev û zanîngehan ava bikin.
· Bi vê derfetê kurd dikarin di warê çand û hunerê de peywendî û danûstendineke xurt çêbikin di navbera xwe de.
Armanca Akademiya Dramayê
Gihandina hunermendên serkeftî;
Afirandina hunereke bedew;
Perwerdehiyeke asta wê bilind û safî bi kurdî;
Û avakirina bingeha zanîngeheke hunerî ya fermî armancên Akademiya Dramayê ne.
Arjen Brûsk
Dansvan, muzîkjen, mamoste, koreograf, hunermendê performansê (Stembol)
Waneyên ku wî dide: Hilm û Deng, Hereket û Rîtm
Beşa Dansên Gelêrî ya Konservatuara Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê kuta kir. Ji sala 2004an vir ve, him li welêt him jî li derveyî welêt bi rengekî çalak wekî dansvan, muzîkjen, mamoste, koreograf û hunermendê performansê kar dike. Wî di konservatuar û komên hunerî yên cûrbecûr de wekî mamoste, koreograf û îcraker li ser bale, dansa nûjen, dansên gelêrî, dans û muzîka cîhanî, muzika bedenê, hereket, deng, rîtm, koreografî xebitî. Sultans of the Dance, Fire of Anatolia, Troya, Deriyên Rojhilatê, Bgst - Kardeş Türküler, Şermola Performans, Teatroya Görmeyeri, Teatroya Bi’takım, Projeya Dansê a Ara & Şamiram, KeKeÇa (Koma Perkusyona Laşê), Festîvala Navneteweyî a Muzîka Bedenê, Festîvala Carioca De Danca Circular Sagrada, Comunidade Dedo Verde ji hin kom, proje û festîvalin ku Arjen Brûsk tê de xebitîye. Arjen Brûsk xwedî Xelatên Dîreklerarasî, Xelata Mûzîka Şanoyê a Orjînal e ku bi lîstika Şermola Performansê a Serencama Qijikan ve wergirtibû. Herwiha avakarê “Govend Istanbul”ê ye û xebatên xwe yên wekî perwerdehî, lêkolîn û xebatên hunerî di bin banê vê saziyê de pêk tîne.
Berfîn Zenderlîoglu
Derhêner, lîstikvan, dramaturg, perwerdekar (Stembol)
Waneyên ku wê dide: Lîstikvanî ê Sêwirana Rolê
Hevşirîka Şermola Performansê ye. Bi xwe ji sala 2004an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Zanîngeha Stembolê, Beşa Rexnegirîya Şanoyê û Dramatûrcîyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kir. Derhênerîya lîstikên mîna Dîsko 5 No’lu, Antîgone2012, Cambazın Cenazesi, Sevmekten Öldü Desinler, Sherlck Hamid, Serencama Qijikan, Balans, Yaralarım Aşktandır, Hayal Satıcısı, Balat Monologlar Müzesi-Kadın kir. Berhemên wê ji aliyê saziyên cûrbecêr ve hatin xelatkirin, bi xwe jî bi çend çend berhemên xwe bû berendema çend xelatên derhênerîyê. Di şanoyên wekî Seyri Mesel, İkincikat, Kadıköy Emek Tiyatrosu, Bakırköy Belediye Tiyatrosu, Galataperform, Aysa Prodüksiyon, Poyraz Yapım, Nilüfer Belediyesi, Kumbaracı50 ê fringe ensembleê de wekî derhêner û lîstikvan xebitî. Li Zanîngeha Kadîr Hasê di serdema 2017-2018an de mamostetîya lîstikvanîyê kir. Niha jî li Zanîngeha Yedîtepeyê û Zanîngeha Maltepeyê karê xwe yê mamostetîya lîstikvanîyê dimeşîne. Nivîskarê kitêba Reşê Şevê ye (ya bi hevkarîya li gel Mîrza Metînî hatî nivîsîn).
Dr. Casimê Wezîr Osmanov
Dramatûrg, derhêner, peykersaz (Koln)
Waneya ku wî dide: Senaryo, Dramaturgiya Senaryo
1964 - Li Tiblisa Paytexta Gurcistanê ji dayik bû.
1971 - Dibistana navçeyî / bi zimanê Gurcî û Rûsî.
1979 - Xwendegeha Wênekarî û Peykersazî, (3 sal) wekî pêşekarîyekî.
1984 - Aktîvîstekî Komîteya Ciwanên Kurd, Rex Komîtêya Komsomol ya Navendî,
ya Gurcistanê. Piştra bû serokê wê komeleyê.
1987 - Serokê Navenda Çandî û Rewşenbîrî, li Meclîsa Netewî, ya Kurdên
Gurcistanê.
1987 – Înstîtûya Şano û Sînêma ya Hukumatê. Fakûltêya Çand û Rewşenbîriyê,
beşa Rêjîsorîya Şanoya Gelêrî, (4 sal)
1988 - Karmendê Sînêma Stûdîo, “Gruzia Film”, Alîkarê Ronahîdar.
1989 - Şanogerê Şanoya Gelêrî ya kurdî, li Tilbîsê.
1990 - Fakûltêta Dramatûrgîyê, di Akadêmîya Huneran, (3 sal)
1993 - Şêwirdarê Pirsên Çanda Kurdî, li Komîsyona Parlamênta Gurcistanê.
Dîtina Kurdistana Başûr, M.Barzanî, C. Talabanî.
1997 - Li bajarê Kölnê; Rêjîsorê Şanoya Koçer û Botan. Mamosteyê zimanê kurdî,
di dibistanên Almanan da.
2005 - Damezirdarê Hostexaneya Senaryo û Fîlmprodûksiyona bi navê: Three World
Midia li Almanya/Köln. Hevdamezirdarê Shekhanfilm ê.
2014 - Destanîna doktora di Zanista Dramatûrgî da.
2014 - 2018 Profêssorê Fîlmdramatûrgîyê, li beşa sînemayê ya Kolêja Hunerê
Ciwanan, li Zankoa Salahaddin, li Hewlêr, Kurdistana Başûr.
Zanînên wekî Gurcî, Rûsî, Ermenî, Almanî, Kurdî û Îngilizî dizane.
Mîrza Metîn
Şanonûs û derhêner (Koln)
Şirîk û derhênerê hunerî yê Şermola Performansê
Kordînatorê Beşa Zimanê Kurdî ya Eurodramê (Tora Ewrûpayê ya Wergera Dramayê)
Hevderhênerê Neksûsê (Kombenda Şanogerên Kurd û Alman)
Waneya ku wî dide: Teorî û Şêwazên Vebêjeyê
Mîrza Metîn di sala 1980yî de li devera Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, li Qaqizmana Qersê ji dayîk bûye. Bi xwe ji sala 1995an û vir ve ye xerîkî berhemhênana şanoyî ye. Wî di Teatra Jiyana Nûyê û Seyrî Meselê de perwerdeya şanoyê girt û di lîstikan de lîst. Di Konserwatiwara Zankoya Teknîkî ya Stembolê (İTÜ) Beşa Dansên Gelêrî de sê salan xwend, di pey re Zankoya Stembolê, Beşa Rexnegirîya Şanoyê û Dramatûrcîyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kir. Mîrza Metîn beşdarî “New Writing Workshops with the Royal Court” bû û salekê li gel nivîskarên her wekî Zinnie Haris û Mark Revenhill xebitî. Di sala 2008an de tevî Berfîn Zenderlîoxlûyê wî Şermola Performans (ya navê xwe yê berê Destar Theater) damezirand. Metîn di warê nivîskarîyê, derhênerîyê û ekterîyê de ji alîyê gelek sazîyan ve hate perrûkirin. Mîrza Metînê ku berhemên xwe bi Kurdî û bi Tirkî dinivîse, heta niha 16 heb şanoname nivîsîne û 14 ji wan ji alîyê wî bi xwe ve û ji alîyê derhênerên cîyawaz ve hatine bisehnekirin. Hin şanonameyên wî hatine wergerandin bo zimanên wek Zazakî, Almanî, Îngilîzî, Fransizî û Tirkî. Metîn bi têksta Aç Köpeklerê (Kûçikên Birçî) ve hate vexwendin bo “PEN World Voices Playwright Festival” (2017, New York). Têksta Kûçikên Birçî di bijartina 2017an a Komîteya Tirkî ya Eurodramê de yekemînî bi dest ve anî. Bi têksta Rawestgeharafê ve hate vexwendin bo “Welt/Bühne Festival” (2017, Munîx). Her wiha têksta Rawesgeharaf bo “Goethe Institute Theaterbibliothek” hate hilbijartin û bi edîtorî û weşangerîya “Theater der Zeit”ê ve li Almanyayê bi şêweyê dicîtal hate weşandin. Metîn bi şanonameyên xwe yên wek Serencama Qijikan û Panopticonê ve bû beşdarê Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Stembolê. Her wiha, Metîn di 2018an de bû bûrswergirê “Akademie Schloss Solitude, Jean-Jacques Rousseau Fellows 2018”ê û di çarçoveya vê bûrsê de bi navê “Dramatûrcîya Êgir” bendek nivîsî û ev bend di kovara bi navê International Theatre Research de belav bû ku yek ji weşanên Zankoya Cambridgeê ye. Têksta wî ya şanonameyê, Dîsko 5 No’lu, ku 8 salan li ser dikê bû, hate hilbijartin bo “An Anthology of Documentary Drama From Turkey"ê. Di çarçoveya bûrsa Martin Roth Initiativeê de ji bo fringe ensembleê (ya li Bonnê) wî şanoname nivisîn.
Mîrza Metîn ev du sal e li Almanyayê dimîne û li jêr banê Şermola Performansê û fringe ensembleê wekî nivîskar û derhêner di xebatên xwe de berdewam e. Berhemên wî yên bi Kurdî û Tirkî ji alîyê Weşanxaneya Avestayê ve, yên bo zimanê Fransizî wergerandî jî ji alîyê Maison d’Europe et d’Orient ve têne weşandin. Mîrza Metîn nivîskarê kitêbên bi navê Reşê Şevê (ya bi hevkarîya li gel Berfîn Zenderlîoxlûyê hatî nivîsîn), Lîstikên Tomerî 1, Jêrzemîn/Şanoya li Jêrzemînê û Ziwsichenhaltê ye.
Rêzan Aksoy
Derhêner (Berlîn)
Waneyên ku wî dide: Dîroka Şanoya Cîhanê û Dramatûrgî
Rezan Aksoy li li Mêrdînê çêbûye. Li İzmirê li Zanîngeha Dokuz Eylülê Beşa Dramaturgî û Nivîskarîya Afirînerkuta kiriye. Piştî xwendina xwe, di 2015an de, wî li Şanoya Bajêr a Kuşadasi û li İzmirê li Şanoya Karşı Sanat wekî derhêner kar kir. Di sala 2016an de ew bû penaberekî polîtîk û li Berlînê bi cîh bû. 2018an de wî derhêneriyê lîstika “Woyzeck“ a Büchnerî ji kir û nîşandana wê ya pêşîn li Südblockê pêk anî.
Komîteya Şêwrê
Komîteya Şêwrê a Akademiya Dramayê ji 7 kesan pêk tê.
Komîteya Şêwrê, rê û rêbaz û şêwazên perwerdehiya Akademiya Dramayê ji ber çav derbas dikin, rexne û pêşniyarên xwe ji bo serkeftina Akademiya Dramayê nîşan dikin.
Komîteya Şêwrê ev kes in: Berfîn Zenderlioğlu, Caso Wezîr, Mirza Metin, Rezan Aksoy
Kî, çawa dikare heqê bursê bigire?
Akademiya Dramayê ji bo her beşan 1 (bi giştî 5) şagirt dê wekî bursîyer qebûl bike.
Şagirtên burswergirtî dewsa heqê Akademiya Dramayê dê ji bo akademiyê bixebitin û her şagirteke/î burswergirtî dê wezîfeyeke/peywireke xwe hebe.
Ji bo serlêdana bursê vê formê tije bike û bişîne. FORMA BURSÊ
Şagirt li gorî pêdivîyên Akademiya Dramayê û li gorî behre û qebilîyetên xwe ji bo burswergirtinê dê werin hilbijartin.
Şagirtên ku bernameyên wekî Word, Exel, PorwerPoint, Adobe Photoshop; bernameyên medyaya civakî yên vekî Instagram, Facebook, Twitter, Youtube dikarin bi awayeke baş bikar bînin; şagirtên ku dikarin bi kurdî baş binivîsin; şagirtên ku di warên wekî tekiliya însanan de; di organîzayon û koordînasyonê de xwedî ceribandin in, dikarin serlêdana bursa Akademiya Dramayê bikin.
Encama hilbijartina bursîyeran di 1ê Cotmehê de, di ser vê rûpelê de dê were eşkere kirin.
DILSOZÊN AKADEMIYA DRAMAYÊ
BIBE YEK JI DILSOZÊN ME û BURS BIDE
Kesên dilsoz û dildewlemend dikarin alîkariya şagirtan bikin, heqê şagirteke/î an jî heqê çend şagirtan dikarin bidin û dikarin çavê wan keç û xortana ronî bikin.
Heqê şagirteke/î, ji bo Kurdistanê 400 TL ye;
Heqê şagirteke/î, ji bo Ewropayê 200 Euro ye;
Heqê şagirteke/î, ji bo Amerikayê 200 Dolar e.