Ji bo serlêdanê wan sê gavan pêk bîne:
1. Gava Yekemîn: Serlêdana fermî
a) Yek forma serlêdanê tije bike: Forma Serlêdanê
b) Wêneyeke xwe ya bi wesîqe ya dîcîtal bi formata jpg amade bike.
c) Fotokopiya dîplomaya xwe ya lîseyê ya dîcîtal bi formata pdf amade bike.
d) Fotokopiya nasnameya xwe ya dicîtal amade bike.
e) CV’ya xwe amade bike.
f) Hemû belge û ewraqan berhev bike û bişîne li ser vê maîlê: [email protected]
g) Di maîlê de li cihê mijarê tenê nav û paşnavê xwe û dîroka roja ku maîlê dişînin binivîsin. Mînak: Çavreş Milanî 09.09.2020
2. Gava Duwemîn: Kêşana vîdeoyê
a) Divê vîdeo herî zêde 3 xulek be.
b) Di despêka vîdeoyê de 10 çirke (sanîye) raweste û tenê li kamerayê binêre.
c) Paşê nav, paşnav, emrê xwe û li ku derê dijî û xelkê kuderê yî wê bibêje.
d) Piştre pirsên li jêrê bibersivîne:
e) Ku jiyana te biba romanek nivîskarê wê kî dibû?
f) Ku jiyana te biba stranek an jî kilamek te dixwest kî bistrê?
g) Ku jiyana te bibe wêneyek rassamê wê kî dibû?
h) Te kengî û çawa dest bi xeyal kirina lîstikvaniyê (ango derhênerî, nivîskarî, sînemagerî, hunermendiya hevçax) kir?
i) Berdewamiya vê hevokê bîne: “Dixwazim bibim lîstikvan (an jî derhêner, nivîskar, sînemager, hunermende hevçax) jiber ku…..………………………….”
j) Di dawiya vîdeoyê de bejna xwe nîşan bide û stranê ku herî zêde jê hez dikî bistre û tevî stranê bireqise. (Ev xal tenê ji bo beşa lîstikvanîyê mecbûrî ye)
3. Gava Sêyemîn: Hilbijartina şagirtan
a) Piştî serlêdanan mamosteyên Akademiya Dramayê dê li gor pîvanên xwe hilbijartinan şakirtan bikin.
b) Şagirtên ku hatine qebûl kirin dê bi maîlekî werin agahdar kirin.
c) Ji bo ku şagirt qeyda xwe temam bike heqê akademiyê a çar mehîn (Ji bo Kurdistanê 400 TL, ji bo Ewropayê 200 Euro, ji bo Amerikayê 200 Dolar) razîne ser hesaba akademiyê û dekonta (belge) bankayê bişîne ser maîla Akademiya Dramayê. Di maîlê de li cihê mijarê tenê “Dekont” binivîsin, nav û paşnavê xwe û dîroka roja ku maîlê dişînin binivîsin. Mînak: Dekont Çavreş Milanî 09.09.2020
d) Bernameya Zoomê daxîne li ser komputura xwe.
e) Ji bo ku em we nas bikin û da bizanibin hûn kî ne bernameya Zoomê li ser navê xwe yê resen vekin ango navê xwe yê resen bikar bînin.
Berî ku video bikşînin bala xwe baş bidin li ser van xalan:
· Ji kerema xwe kêşanê bê navber û carekî de bikin. Dînmenan pev nexin. Navê vîdeoyê wekî mînaka me a li jêrê binvîsin û tîpên bi kurdî bi kar neyînin: Nav_Paşnav_Sal (Mînak: navê Çavreş Milanî wekî Cavres_Milani_2020 binvîsînin).
· Cihê kêşanê divê sade bibin û li der û dorê zêde alav nebin û fona paşîn nötr bibin û herwiha divê cihên bêdeng bibin.
· Bala xwe bidin ronahiyê da ku rûyên we têr tijî xuya bike û herwiha dîsa bala xwe baş bidin ronahiyê da ku rûyê we jiber zêde ronahiyê pirr nebiriqe.
· Bala xwe baş bidin kamerayê da ku heta dawiyê kêşanê di nava çarçoveya kamerayê de bimînin.
· Cilên rihet lixwe bikin. (Ev xal tenê ji bo beşa lîstikvaniyê mecbûrî ye)
· Berî ku vîdeoyên xwe bişînin ji kerema xwe deng û dîmenê dubare ji ber çav derbas bikin.