Promîyera Cîhanê: 24 Mijdar 2011, Festîvala Şanoyê Navnetevî ya Enqere
Nivîskar/Lîstikvan: Mîrza Metîn
Derhêner: Berfîn Zenderlîoğlu
Sêwirînerê Dikê: Metîn Çelik
Sêwirînera Ronahiyê: Alev Topal
Mûzîk: Nizamettin Ariç
Vîdeo: Pia Rönicke & Zeynel Abidin Kızılyaprak
Efekt: Alan Ciwan, Adar Baran Değer
Wêne: Nazım Serhat Fırat
Afîş: Caner Yilmaz
Kurdî; tevî jorenivîsa Tirkî, Îngîlîzî, Almanî û Romenî
Ceribandineke li ser wahşeta Girtigeha 5 No`lî ya Amedê… Vegotina wehşetekê...
“Dîsko” wek ku tê zanîn li Tirkiyê işkencexaneyeke leşkerî ye. Lê “5No`lî” işkencexaneyeke wisaye ku ceribandineke qirkirina gelekî ye.
Pîrevokek, mêşek, mişkek, kuçikek, gardiyanek û girtîyek di laşekî de tên zimên.
Û wahşeteke li derveyî însanetiyê, wahşeteke ku hiş û mejî yê meriv nagire vedibêjin.
Teksta lîstikê bi çavkaniya serborî, lêkolîn, belgefîlm û hevdîtinên li ser “Girtîgeha 5No`lî” ya Amedê hatiye nivîsîn.
Lîstik 8 sal in li ser sehnê ye, 225 cara hat lîstin, hêjayi gelek xelatan hat dîtin û beşdarî gelek festîval û turneyan bû.
Xelat:
Di Lîstikên Bijare a NTVmsnbc yên sala 2011an de kete nav “5 lîstikên baştirîn yê salê”.
Di 12. Xelatên Temaşevanên Direklerarasi de bû xwediyê xelata “produksiyona herî serkeftî ya takekesî”.
Di Xelatên Kovara Tiyatro Tiyatro de di çar beşan de bû berendamê xelatan û di warê” lîstikvanê herî baş yê salê” de jî xelatê Mîrza Metîn wergirt.
Performans ji alî jûrîyên rojnameya Hürriyetê, di nav “10 performansên baştirîn yê salê” de hat nîşandan.
Di Tiyatronline “wêneyê herî baş yê salê” de jî bû yekemîn.
Festival:
TAKSAV 16. Mihrîcana Şanoyê a Navnetewî li Enqere, 2012
1.Mihrîcana Şanoyê a Amedê, 2012
İŞTİSAN/ Maratona Hunerê, 2012
Mihrîcana Şanoyê a Êlihê, 2012
Mihrîcana Çanda Kurd a Baselê (Swistre), 2013
Indiciplinaritati Artistice In Balcani, Suceava (Romania), 2015
4th Berlin Theatre Festival, 2019