Mem û Zîn destaneke evînî ya kurdan e ku bi hêmanên mîtolojîk hatiye ristin. Bi sedan salan e ji aliyê dengbêjên û çîrokbêjên cuda ve hatiye vegotin. Ji ber vê yeke bi dehan versiyonên destanê hene. Çavkaniya xwe ji destana Memê Alan digire. Versîyona herî naskirî ya helbestvanê kurd ê navdar Ehmedê Xanî ye ku di sedsala 17an de bi şiroveyeke orcînal hatiye nivîsandin.
Versîyona ku di vê şanoyê de hatiye bikaranîn, qeyda dengbêjê navdar Reso ye ku heta roja îro hatiye. Çîrok behsa îxanet, mêrxasî, mêvanperwerî, xerabî û neheqiyê li derdora evîna mezin û ne gengaz a Mem û Zînê dike. Lê ya herî zêde ew evîn e ku destan dibêje.
Çîrokek ji zimanê rîtuel û efsaneyan
Lîstik bi derhêneriya Mîrza Metîn ve bi estetîkeke mînîmal hatiye sehnekirin û ne weke lîstikeke şanoyê ya klasîk, weke vegotineke sahneyê ya rîtuelî hatiye sêwirandin. Lîstik hewl dide ku bi riya metaforan derhişiya destanê derxe holê û li ser sehneyê merasîmeke efsûnî biafirîne. Dahol, dexl û ronahiyên sehnê yên di bin kontrola lîstikvanan de xizmetê ji ritm û dîtbarîya vê merasîmê dikin. Hulikên daholê jî dibin maske di merasîmê de. Govend enerjiya lîstikvanan ava dike û vediguhere dibe dansekê rîtuelî. Bi bikaranîna derfetên vokal yên dengbêjiyê û bi koroyan perdeyek ji wateya peyvê wêdetir tê vekirin. Di vê lîstikê de bêhn ji rîtuelê, deng ji dengbêjiyê û hereket ji govendê tê.
Temaşevan dê saetekê di atmosferek rîtuelî de li destanekê temaşe bikin, dê xwe berdin vebêjiya dastanî yên lîstikvanan, dê nikaribin xwe ji efsûna dîmenên sehnê bihêlin û dê bibin xwediyê tecrûbeya temaşekirineke cuda û nûjen.
Şermola Performans nêzîkî salekê ye xebatên online çê dike û li ser dîroka şanoyê, nivîsîna dramatîk û li ser teoriyên lîstikvaniyê dersan dide. Her wiha di vê serdemê de bi lîstikvanên ku li bajarên cuda dijîn re jî xebatên xwendinê û ceribandinên lîstikên onlîne pêk anî. Bi saya van xebatan nivîskar û derhênerê Şermola Performansê Mîrza Metîn lîstikvanên wek Pelda Bal, Kenan Demîr, Ronî Dildar û dramaturg Zelal Angay nas kir û biryar da ku li Batmanê bi wan re li ser lîstikekê bixebite.
Xebatên lîstikê berî deh mehan li ser bernameya Zoomê dest pê kir û Mîrza Metîn ji bo ku di hişê lîstikvanan de bingehek ava bike bi wan re li ser têgihên wek mîtolojî, rîtuel, lîstik, performans, mêtingerî, çanda gelerî, vebêjî û hunera hemdem xebitî û li ser van hêmanan xwendinên dirêj pêk anî. Metîn piştî van xebatên teorîk ji Almanyayê hat Batmanê û tevî lîstikvanan dest bi xebata piratîk kir. Dramaturg û alîkara derhêner Zelal angay ji bo vê xebatê ji Enqerê, dansvan û koreograf Arjen Brûsk jî ji Stembolê hat Batmanê.
Bi sedan dengbêj û çîrokbêj hene ku îro jî destanên kurdan bi awayekî kilamkî û vebêjkî îcra dikin. Mem û Zîn jî yek ji wan destanan e ku bingeha xwe ji destana Memê Alan girtiye. Her wiha Dengbêj Reso jî yek girîngtirîn ji dengbêjan e ku destana Mem û Zînê bi kilamkî û vebêjkî îcra kiriye.
Mem û Zîn ku bi derhêneriya Mîrza Metîn ve dertê ser dikê xwe dispêre vê pirsê: “Kilamek, stranek, çîrokek ango destaneke gelêrî, bêyî ku weke teksteka şanoyê ji nû ve bê nivîsandin, çawa dikare bi rengekî nûjen bê sehnekirin?”
Her wiha Mîrza Metîn bi salan e bi navê “Dîwan”ê ango “Dîwana Lîstikvaniyê” kargehan çê dike û bi lîstikvanan re li ser hereket, deng, nefes û vebêjiyê dixebite û hemû xebatên xwe dispêrîne dengbêj, çîrokbêj, govendger û şivanan; û van hêmanan bi rengekî nûjen di xebatên xwe de bi kar tîne û hewl dide ku şêwazeke xwemalî ya xebata şanoyê biafirîne. Lewre şanoya Mem û Zîn yekem berhema şêwaza “Dîwan”ê ye ku dê di 3ê Mijdarê saet 19:30an de li Batman Yenîsahneyê yekem car derkeve pêşberî temaşevanan.
Bi vê berhemê re Şermola Performans dê êdî li Batmanê jî bi berdewamî perde vebike û projeyên nû biafirîne. Şermola Performans her wiha xebatên xwe li Stembol û Almanyayê jî didomîne.
Mem û Zîn di Rê de (Projeya turneyê)
Ev turne ji alîyê Yekitîya Ewropayê ve tê fînansekirin.
Çavkanî: Dengbêj Reso
Konsept/Derhêner/Sêwirînerê Ronahîyê: Mîrza Metîn
Lîstikvan: Pelda Bal, Kenan Demir, Roni Dildar
Dramaturg/Alîkara Derhêner: Zelal Angay
Koreograf/Rahêner: Arjen Brûsk
Sêwirînerê Sehneyê û Ronahiyê: Mîrza Metîn
Fotograf: Bariş Evîz
Asîstan: Robîn Ozel
Spasiya taybet ji bo Batman Yenisahne
Spasî:
Berîvan Turan, Robîn Ozel, Selîm Kurt, Merve Akpinar
2022 - Mem û Zîn, XXII. Direklerarası Audiences Awards, Best Actor: Kenan Demir (Produced by Şermola Performance, designed and directed by Mirza Metin)
2022 - Mem û Zîn, 17th Saqqez Kurdish Theatre Festval (Kurdistan/Iran), Best Lighting Design: Mirza Metin (Produced by Şermola Performance, designed and directed by Mirza Metin)
2022 - Mem û Zîn, 17th Saqqez Kurdish Theatre Festval (Kurdistan/Iran), Best Music Design: Mirza Metin (Produced by Şermola Performance, designed and directed by Mirza Metin)