Xwendin, nivîsandin û hin dersên rêzimanî:
· Zimanê perwerdehiyê ya Akademiya Dramayê giştî bi kurdî ye.
· Şagirtên ku pêdivî bibînin dikarin beşdarî vê polê bibin û dersên wekî xwendin, nivîsandin û gramera kurdî bistînin da ku di dersên hunerî de zehmetî neyê ber derê wan.
· Herwiha, ku mamosteyên dersan hewce bibînin, şagirtên hilbijartî mecbûrin têkevin dersên Pola Amedekariyê.
· Pola Amedekariyê du hefte berîya dersên Akademiya Dramayê dê were pêk anîn.
Dema Perwerdehiya Pola Amedekariyê:
· Pola Amedekariyê dê du hefte bidome: 12-23 Cotmeh 2020
· Dersên Pola Amedekariyê nava heftê her roj du saet in: 19:00-21:00 (Li gorî saeta Kurdistana Bakur)
Baldariya Grîng: Di hemû dersên Akademiya Dramayê berdewamî mecbûr e. Şagirtên ku sê caran beşdarî dersan nebin were hişyar kirin û eger ku ew şagirt cara çaremîn neyê dersekî tekiliya wê/wî bi Akademiya Dramayê re dê were birîn.