SERMOLA PERFORMANCE, 2019

Subscribe to our newsletter

Subscribe to our newsletter to be informed about news.

Feb 16, 2020

KARGEHA ŞANOYÊ

Bi hevkarîya Şermola Performans û Chalak Eventsê û bi mamosteyîya Berfîn Zenderlîoglûyê Kargeha Şanoya Kurdî tê li dar xistin!

Ji bo forma serlêdanê bitikîne!

NAVEROK ÇAWA YE?
Beşdar di kargehê da dê li ser tekstekê bixebitin; analîza tekstê, analîza karakteran û analîza xwe bikin û bi ronîya van kifş û analîz û zanînan dê biceribînin ku nêzikî rolekê ango karekterekê bibin.

DÊ ENCAM ÇAWA BE?
Beşdar di dawîya kargehê da dîsa bi derhênerîya Berfîn Zenderlîoglûyê, ceribandin û xebatên xwe wek performansekê dê pêşkêşî temaşevanan bike.

ÇAWA DIKARIM TEVLÎ BIBIM?
Ew ên ku di hundirê xwe da zarokek dihewînin bila nesekinin, werin beşdar bibin.
Bê şano nemînin!

Hûn jî yekser formê tije bikin û bi rêbazên hevçax ên şanoyê li ser performansekê bixebitin û di deng û nefes û laş û hişê xwe da derfetên nû kifş bikin û sînorên xwe fireh bikin.

BERFÎN ZENDERLÎOGLÛ KÎ YE?
Derhêner û lîstikvan e. Yek ji avakar û hevşirîka Şermola Performansê ye. Zanîngeha Stenbolê Beşa Dramaturjî û Rexnegirîya Şanoyê kuta kiriye. Derhênerîya lîstikên mîna Dîsko 5 No’lu, Antîgone2012, Cambazın Cenazesi, Sevmekten Öldü Desinler, Sherlock Hamid, Karagalar/Serencama Qijikan, Balans, Yaralarım Aşktandır, Hayal Satıcısı, Balat Monologlar Müzesi-Kadın kiriye. Bi derhênerîya çend lîstikan bû berendema xelata derhênerîyê. Li Zanîngeha Kadîr Hasê di serdema 2017-2018an da salek mamostetîya lîstikvanîyê kiriye. Niha jî li Zanîngeha Yedîtepeyê karê xwe yê mamostetîya lîstikvanîyê dimeşîne.


Heq: Normal 200 TL, Xwendekar: 150 TL (Ji bo mehekê)
Dîrok: 16 Sibat - 21 Hezîran
Roj: Rojên Yekşeman
Saet: 13:00 - 16:00
Cih: Kayy-Der | Rasimpaşa Mah. Duatepe Sk. No: 44/A KADIKÖY

[email protected] | www.sermola.com
WHAT’S ON THIS WEEK